Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li ser petrol û gazê li hev kir

Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li ser petrol û gazê li hev kir

PeyamaKurd- Li gorî karnameya hikûmeta Iraqê ku îro ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ve hat eşkerekirin, di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de dê projeyasaya li ser gaz û petrolê bê amadekirin.

Di karnameya hikûmeta nû ya Iraqê de beşek li ser projeyasayek heye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal di nav 6 mehan de li ser petrol û gazê û bûdceyê ya li gorî destûra Iraqê amade dikin.

Hat diyarkirin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê dê bi piştevaniya hêzên siyasî li ser vê yekê li hev kirine.

Li gorî hat zanîn, ji bo dariştina yasaya petrol û gazê ya karnameyê, dê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê ve komîteyeke taybet ji bo karûbarên yasayî, darayî û sotemeniyê bê erkdarkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin