Ji Rûsya daxuyaniya endamtiya NATO ya Fînlandayê: Em ê her cûre...

Ji Rûsya daxuyaniya endamtiya NATO ya Fînlandayê: Em ê her cûre...

PeyamaKurd – Berdevkê Kremlînê Dimtrîy Peskov, li ser pirsa rojnamevanan a derbarê fermîbûna endamtiya NATO ya welatê Fînlandayê de, got ku wê Rûsya her cûre tedbîran bistîne.

Berdevkê Kremlînê li Moskowê ji rojnamevanan re li ser endamtiya Fînlandayê ya NATOyê ragihand; “Helbet ev yek ji îstiqrar û ewlehiya parzemîna Ewropayê re nabe alîkar.”

Peskov herwiha got, “Ev endamtî ji bo me gefê çêdike û me neçar dike ku em her cûre tedbîran bistînin. Wê ji bo ewlehiyê her tişt bê kirin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin