PeyamaKurd – Hat ragihandin ku 2 pisporên Îranê yên bernameya atomî û asmanî bi awayekî şik û guman hatin kuştin.
Li gorî medya Îranê, pisporê bernameya atomî Kamran Melapûr ku li navenda Netenz a Xuzistanê kar dikin, bi awayekî cihê şik û gumanê hatiye kuştin.
Malbata wî ragihandiye ku rayedarên Îranê qet agahî li ser şêweyê mirina wî nedane wan.
Herwiha pisporekî din ê bernameya “Hewa-Feza” yê rejîma Îranê yê bi navê Eyûb Întizarî ku di kompaniya Perdîs a Teknolojiya Yezdê de dixebitî û di berhemanîna alavên hewce ji bo berhemanîna motorên moşek û balafiran de pispor bû jî bi awayekê cihê şik û gumanê hatiye kuştin.
Hêjayî gotinê ye çend roj berê jî fermandarekî Sipaha Quds a girêdayî Sipaha Pasdaran Elî Îsmaîlzad, li navenda Tehranê hatibû kuştin.
Heta niha diyar nebûye bê ew kes ji aliyê rejîmê bixwe ve hatine kuştin yan jî welatên dijberên Îranê ew kuştine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin