PeyamaKurd – Serokê Hîzbullah a Lubnanê Hesen Nasrullah li ser êrîşa hewayî ku Îsraîlê ku biribû ser başûrê Lubnanê bi talûke binav kir. Nasrallah got ku ev 15 sale Îsraîlê êrîşê nebiriye ser Lubnanê.
Nasrallah got ku wan bi fuzeyan bersiva êrîşa ser Lubnanê daye Îsraîlê. Nasrallah got ku bi fermî bersivê girtina ser xwe û weha got:
“Me malikaneyên Şebayê kir hedef ji ber wan dernan deverên leşkerîne û ne ciyê sîvîlane. Tercîha me êrîşê di rojê de bû. Me weka fermî êrîşê girt aliyê xwe. Sehayên me yên vekirî kirbûn armanc û me jî yên wan kir. Bo parastina welatê xwe me qaîdeyên şer danî holê.”
Nasrallah di dewama axaftina xwe got ku eger Îsraîl wan bombebaran bike, dê bersiva Îsraîlê bidin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin