PeyamaKurd – Li gor medya Rojava li bajarê Til Temirê di topbarana artêşa Tirkiyê de 2 çekdarên Meclisa Leşkerî ya Suryanan jiyana xwe ji dest dan. Topbaran ji aliyê yekîneyên topavêjên Tirkiyê de, li Til Temirê li gundên Dîrdara, Qibûr û Qeracîne xistin.
Navên çekdarên Suryaniyan wek Yûsif Muhsîn El Mîtras û Radî Mîzîl El Osman nin.
Hefteyekî zêde ye ku êrîşên artêşa Tirkiyê li ser Rojava dewam dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin