PeyamaKurd – Pirtûka "Yekîtiya Ewropayê û Pirsa Kurd" a lêkolîner Zana Helo Kurde, ji aliyê Zanîngeha Neteweyên Yekbûyî ve hat çapkirin.
Li gor nivîskarê pirtûkê Zana Helo Kurde diyar kiriye: “Ev pirtûk li ser bingeha doktoraya min e, ku min di sala 2021ê de li Zanîngeha Azad a Brukselê nivîsand.”
Herwiha Zana Helo Kurde li ser naveroka pirtûkê jî got: “Ev pirtûk, lêkolîneke berfireh a akademîk e li ser siyaset û muameleya Ewropayê ligel Pirsa Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê.”
Kurde di berdewamiyê de eşkere kir: “Pirtûk ji heşt beş û 175 rûpelan pêk hatiye, çar beşên wê li ser muameleya Yekîtiya Ewropayê ligel her çar parçeyên Kurdistanê, beşên din jî ji pêşgotin, behskirina metodolojî, teorî û çarçoveya lêkolînê û lîsteya çavkaniyan e.”
Herî dawî destnîşan kir, piştî temambûna doktoraya wî, Zanîngeha Neteweyên Yekbûyî pê re ketiye têkiliyê û pêşniyar kirine ku vê lêkolînê weke pirtûkekê belav bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin