PeyamaKurd – Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) namzetên xwe yên li Herêma 1emîn a Enqereyê vekişand.
Li gorî nûçeya Paceya Gaziyê, TÎPê di lîsteya ku di 9ê Nîsanê de ji raya giştî re eşkere kiribû de li Herêma 1emîn a Enqereyê namzet nîşan neda. Lê li ser îxbara YSKê ji bo ku li Enqereyê bikeve hilbijartinan, neçar ma ji vê herêmê namzet nîşan bide.
Lê belê li gorî agahiyên hatine bidestxistin, namzetiya li vê herêmê tenê formalîte bûye. Ev ji Tifaqa Ked û Azadiyê re hat ragihandin.
Piştî vê rewşa ku di raya giştî de pir hat nîqaşkirin, hat parvekirin ku di danûstandinên di navbera pêkhateyên îtifaqê de dê TÎP namzetan li vê herêmê bikişîne.
Îro piştî nîvro bi agahiya ji YSKê re hat kirin re, hat piştrastkirin ku TÎPê namzetên xwe ji herêmê vekişandiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin