Reutersê, rapirsiya vesartî wesand: Endamtiya Înce…

Reutersê, rapirsiya vesartî wesand: Endamtiya Înce…

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, rayedarekî payebilind ê Ak Partiyê, rapirsiya veşartî bi Reutersê re parve kir û hat diyarkirin ku di hilbijartina Serokomariya Tirkiyeyê de dibe ku Muharem Înce, ji bo Erdogan bibe xilasiyek.

Di 14ê Gulanê de dê li Tirkiyeyê hilbijartinên giştî bên kirin. Di analîza ajansa nûçeyan a Brîtanyayê Reutersê de hat şîrovekirin ku Muharem Înce dikare ji bo Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan, bibe xilasiyek ku bikaribe derbasî gera duyemîn bibe.

Serokê Giştî yê Partiya Memleket Muharem Înce, bi komkirina 100 hezar destnîşanan, namzediya xwe fermî kiribû. 

Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku Înce di hilbijartinên 2018an de li hember Erdogan têk çû û her wiha hat destnîşankirin ku Înce gotiye ku ew naxwaze pêşbirka hilbijartinê zû biterikîne.

Li gorî nûçeyê, rayedarekî payebilind ê bloka opozisyonê ji Reutersê re got ku namzediya Înce dê di gera yekem de têkbirina Erdogan dijwartir bike. Lê heman rayedar di wê baweriyê de ye ku heger piştgiriya ji bo Muharem Înce û Sînan Ogan dakeve ji % 5an, Tifaqa Milet dikare di gera yekem de di hilbijartinan de bi ser bikeve.

Rayedarekî payebilind ê AK Partiyê ku ji ajansê re axivî, diyar kir ku di rapirsiyên partiyê de rêjeya dengê Înce ji % 8-9 e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin