PeyamaKurd - Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê êrîşa moşekî ya li ser Hewlêrê şermezar kir û ragihand, karê tirsonekî û namerdî, serbilindiya Hewlêrê û berxwedêriya wê nalerizîne.
Di daxuyaniya îro Yekşemê ya fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê de êrîşa moşekî ya li ser Hewlêrê hat şermezar kirin û hat gotin: “Fraksiyona PDKê bi tundî êrîşa tirsonekî ya li ser çend cihên parêzgeha Hewlêrê, ku nav wan de avahiya K24ê jî hebû şermezar dike û hêviya selametiyê ji bo karmendên wê kanalê dixwaze.”
Fraksiyona PDKê destnîşan kir: “Karê tirsonekî û namerdî, serbilindiya Hewlêrê û berxwedêriya wê nalerizîne û bi tundî dijî her êrîşên wisa yên tirsonekî em ê rawestin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin