PeyamaKurd – Hêzên ewlakariyê yên Tirkiyê, li navçeya Rêya Armûşê ya ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê 13 koçber desteser kirin.
Parêzgariya Wanê ragihand, tîmên Fermandariya Cendirmeyan di çarçoveya têkoşîna dijî qeçaxçîtiya koçberan de 13ê Gulana 2022ê li navçeya Rêya Armûşê di navendeke kar ku beşek wê nayê bikaranîn de 13 koçberên Afxanistanî girtine.
Herwiha eşkere kir, koçberên desteserkirî piştî karûbarên yasayî veguhestin Navenda Paşdeşandinê ya Koç û Koçberan a Wanê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin