Li Pira Kirimê teqîn: Kustî û birîndar hene

Li Pira Kirimê teqîn: Kustî û birîndar hene

PeyamaKurd  Di saetên sibehê de li ser Pira Kirimê ku xaleke krîtîk a Kirimê ya ji aliyê Rûsyayê hatiye dagirkirin e, teqînek rû da.

Hat ragihandin, Pira Kirimê ji ber "Rewşa Awarte" li çûnûhatina wesayîtan hat girtin.

Waliyê Kirimê Sergey Aksenov ê ku Rûsyayê bi awayekî derqanûnî girêdayê wê kir, di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir, li ser pirê rewşa awarte heye û hûrgiliyên wê nehatine dayîn.

Wî da zanîn, ji ber rewşa awarte pir ji çûnûhatina wesayîtan re hatiye girtin û got, "Ewlehî û yekîneyên girêdayî wê li ser dixebitin."

Parêzgarê herêma Belgorodê ya li başûrê Rûsyayê Vyacheslav Gladkov jî ragihand, teqînek rû da û di encamê de 2 kes mirin û zarokek jî birîndar bû. Herwiha hat diyarkirin, kesên can dane, dê û bavên zaroka keçê ne.

Gladkov got, “Di dîmenên hatin parvekirin de tê dîtin ku hin wesayît zerar dîtine. Niha em dibînin ku keçek birîndar bûye. "Ya herî dijwar ew e ku dê û bavê wê di êrîşê de mirin."

Di hin dîmenên li ser medyaya civakî ya Rûsyayê de tê dîtin ku ji pirê dûman bilind dibe.

Di Mijdara 2022an de ji ber teqîna li ser pirê 3 kes miribûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin