Xosnav: Hikûmet giringiyeke mezin dide tendurustiya welatiyan

Xosnav: Hikûmet giringiyeke mezin dide tendurustiya welatiyan

PeyamaKurd - Parêzgarê paytexta Herêma Kurdistan, Hewlêrê Umêd Xoşnaw destnîşan kir ku yek ji armancên sereke yên hikûmeta Herêma Kurdistanê yên xizmetê jî pêşxistina sektora tenduristiyê ye.

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, di serdana xwe ya nexweşxaneya Raperîn a Hewlêrê de derket pêşberî endamên çapemeniyê.

Xoşnaw diyar kir ku di yekem roja cejnê de ti bûyerek bi qasî ku di çapemeniyê de cih bigire derneketiye û spasiya pizîşk û xebatkarên Nexweşxaneya Raperîn kir ku tevî cejnê jî ji bo xizmeta welatiyên Hewlêrê, bi erka xwe tevgeriyane.

Umêd Xoşnaw da zanîn ku wî li Nexweşxaneya Rapêrînê ji welatiyan, di derbarê xizmetên nexweşxaneyê de pirsan kiriye û da zanîn ku wî tekez kiriye ku ji welatiyan re xizmeteke baş hatiye pêşkêşkirin.

Xoşnaw amaje bi wê yekê jî kir ku di nav erkê saziyên ku xizmeta tendurustiyê ya welatiyan dikin de  hemû penaberên Herêma Kurdistanê jî hene û got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê gringiyeke mezin dide sektora tendirustiyê û pêşketina vê sektorê misoger dike.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin