Kiliçdaroglu: Li Stenbolê Îmamoglu bi ser ket

Kiliçdaroglu: Li Stenbolê Îmamoglu bi ser ket

PeyamaKurd - Seroke Giştî ye CHPê Kemal Kiliçdaroglu derbarê hilbiajrtinan da daxuyanîyek da û li Stenbolê namzedê Tifaqa Milletê Ekrem Îmamoglu bi ser ketîye.

Kemal Kilicdaroglu li demjimêr 23.45an derket pêşberî kamerayan û got tevî hemû  bêedaletîyan, fişaran û bangeşeyên reşkirinê gel demokrasî bijart.

Kiliçdaroglu, “Li gorî amarên berdest li Stenbolê Ekrem Imamoglu bi ser ketîye. Berî ku jimartin biqede Binali Yildirimê ku serokwezîrî û serokatîya meclisê kirîye derketiye û dibêje em ser ketin, ev daxuyanî lê nehat.”

Sero^ke CHPê Kiliçdaroglu bal kişand ser ewlehîya sindoqan û got heta 48 saetan bila tu kes sindoqan neterikîne. Hûn dê bimînin dê bihar were Stenbolê.

Ji alîyê din ve demek berê namzedê AKPê Binalî Yildirim beriya ku encam diyar bibin daxuyakirin ku wî li Stenbolê qezenc kiriye û spasiya gel kir.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin