Huseyîn Çelik ji bo Wanê: Dema dîzayna bi destê lesker û darazê çûye

Huseyîn Çelik ji bo Wanê: Dema dîzayna bi destê lesker û darazê çûye

PeyamaKurd - Wezîrê berê yê AK Partiyê Huseyîn Çelîk, di derbarê biryara nedayîna erknameya namzedê DEM Partiyê yê Şaredariya Wanê Abdullah Zeydan got: "Dizaynkirina siyasetê ya bi destê leşker û darazê divê di dîrokê de bê veşartin."

Çelîk bi ser hesabê xwe yê Xê bertek nîşanî biryara Lijneya Bilind a Hilbijartinan (YSK) ya Tirkiyeyê da û got: "Ger ku mercên wî (Abdullah Zeydan) yên şaredartiyê bike tune ye, hun çima serlêdana wî ya namzediyê pesend dikin û piştî ku tê hilbijartin hun çima şaredartiyê radestî wî nakin?" 

Çelîk di peyama xwe de wiha dom kir:

“Ez her tim li dijî polîtîkayên qeyûman bûm û hîna jî dij im. Tiştê ku li Wanê diqewime pir xerab e. Kesê ku ji DEM Partiyê wek Şaredarê Bajarê Mezin ê Wanê hate hilbijartin; eger mafê wî yê hilbijartinê tune bû, we çima destûr da ku bibe namzet?

Dizaynkirina siyasetê ya ji aliyê leşker û darazê  ve divê di dîrokê de were veşartin û careke din venegere. Ev geşedan herî zêde ziyanê dide hikûmet û AK Partiyê.

Dema ku diyar dibe ku piştî tayînkirina qeyûman tiştek bi dest neketiye, berovajî şaredariyên ku berê hatine desteserkirin jî winda bûne, bi çi hikmetî dikare ev xebat were domandin?

Aşkere diya bûye ku piştî tayînkirina qeyyûman, ji aliyê siyasetê ve ti tişt nehatiye bi destxistin; berovajî şaredariyên ku berê hatibûn standin jî ji dest çûn. Li gel ku ev encam li ber çavan e çima ev siyaset tê meşandin? Encama ku DEM Partiyê hemû 14 şaredariyan bi dest xistiye, encameke aşkere ye û divê ders jê bê standin. Ma hewce dike Wana ku jixwe bi zehmetiyên aborî re têdikoşe arasteyî kaosê bikin?

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin