Li Kerkûkê êrîsên ISÎDê bi dawî nabin!

Li Kerkûkê êrîsên ISÎDê bi dawî nabin!

PeyamaKurd- Li Herêmên Kurdistanî, li Kerkûk û Diyalayê çekdarên IŞÎDê êrîş kirin. Di encama êrîşê de 3 kes hatin kuştin û 6 kes jî birîndar bûn.

Li gorî çapemeniya Iraqê Li Kerkûkê li nehiya Abbasiyê li gundê Keftan Cresatê, 10 çekdarên IŞÎDê bi ser mala polîsekî de girtin. Di encama bûyerê de polîs û du birayên xwe hatin kuştin û gundiyek jî birîndar bû.

Ji xeynî vê jî, Serbazê Rêvebiriya Ewlehiya Diyalayê Habîb eş-Şemmerî got ku çekdarên IŞÎDê li nêzîkî Diyalayê li herêma Ez-Zûrê di keviya rê de bombeyek teqandin. Di encama vê teqînê de jî çekdarekî Heşdî Şebiyê hate kuştin û 5 çekdar jî birîndar bûn.

Serokwezîrê Iraqê Abadî di dawiya 2017an de gotibû ku hebûna IŞÎDê li Iraqê xilas bûye.

Lê belê ji wê rojê heta niha, IŞÎDê li nava Iraqê gelek êrîşên xwînî kirin.  

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin