PeyamaKurd - Li ser rasparteya Serok Mesûd Barzanî, Dezgeha Xêrxwazîya Barzanî amadekariyên xwe kirine û hewil dide alîkarîyan pêşkeşî xelkê bajarê Xarpêt a Bakûrê Kurdistanê.
Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Mûsa Ehmed ji K24ê re ragihand ku ew hewl didin alîkariyan bigihînin lêqiwimiyên erdhejê ku niha li benda bersiva hikûmeta Tirkiyê mane.
Mûs Ehmed dibêje, pêdiviya hejmareke zêde ya xelkên mexdurên erdhejê bi alîkariyan heye ku bê mal mane û ew dixwazin di zûtirin demê de alîkariyan bigihînin wan.
Li gorî amarên dawî di erdhejê de heta niha 34 kesan can daye û bêhtirî 1600 kes jî birîndar bûne ku hê jî kesên di bin xaniyên hilweşiyayî de li benda rizgarkirinê ne hene.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin