Mezinê El Qaîde yê Fasê hat kustin

Mezinê El Qaîde yê Fasê hat kustin

PeyamaKurd- Fransa ragihand ku wan li welatê Mali yê, mezinê El Qaîde ya Fasê (Mexrib) yê bi leqabê Ebû Mûsab Abdulwedûd ku esas navê wî Abdulmelîk Drudkal e kuştine. Drudkal bi eslê xwe Cezayîri ye. Ragihandina bûyerê ji aliyê wezîrê bergiriyê yê Fransayê Florence Parly de hat kirin.

Serokê El Qaîda Fasê, di operasyona di 3 yê hezîranê de hatiye kuştin. Parly di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihand ku li Çola Sehrayê operasyonên wan li hemberê İŞİD ê û grûbên din yên terorîst dewam dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin