Nêçîrvan Barzanî pêswazî li General John Lorimer kir

Nêçîrvan Barzanî pêswazî li General John Lorimer kir

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 18ê Mijdarê li Hewlêrê pêşwazî li şanda Brîtanî ya bi seroktiya Şêwirmendê Bilindê Serbaziyê Brîtanya yê Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîka John Lorimer kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, Berî nîvroya îro çarşem 18/11/2020 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz General John Lorimer Şêwirmendê Bilindê Serbaziyê Brîtanya yê Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîka û şandeke li gel kir ku piştî dawî hatina erkê xwe ji bo xatir xwestinê serdana birêz Serokê Herêma Kurdistanê kiribû.

Di hevdîtinê de hat tekezkirin ku Brîtanya di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de, hevkarî û piştgîriye Herêma Kurdistan û Iraqê berdewam dike.

Di civînê de ku birêz Stephen Hickey Balyozê Brîtanya li Iraqê amade bû, rewşa Iraq û navçeyê û pêwîstî û girîngiya hevkarî û hemahengî û karkirina ji bo parastina aramiya li navçeyê guftûgo kirin û ji bilî wê yekê ku birêz Lorimer berdewamiya hevkarî û piştgîriya Brîtanya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê dûpat kir, spasî û pêzanînên welatê xwe ji bo hevkarî û hevbeşî û karkirina li gel Herêma Kurdistan û Iraqê derbirî.

Nêçîrvan Barzanî jî spasî hevkarî û piştgîriya Brîtanya ya ji bo Herêma Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê ji bo General Lorimer xwest.

Herwiha pêşhatên dawî yên şerê terorê û rûbirûbûna DAIŞê, peywendiyên Hewlêr – Bexda û guftûgoya çareserkirina kêşeyên wan, derbaskirin û pejirandina yasaya pirkirina kurtanîna budçeyê li Encumena Nûnerên Iraqê, rewşa emnî ya tixûbên Herêma Kurdistanê û çend pirsên din ên ji bo her du aliyan hevbeş û girîng di civînê de hatin axaftin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin