PeyamaKurd – Li Kampa Roj a Rojavayê Kurdistanê, 48 jin û zarokên terorîstên DAIŞê, ji aliyê Almanya û Denmarkê hatin wergirtin û vegerandin.
Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Heiko Maas bi daxuyaniyekê diyar kir, Hikûmeta Almanyayê 8 jin û 23 zarok ji kampa Bakurê Rojavayê Sûriyê vegerandin.
Maas da zanîn, zarok ji ber rewşa xwe ne berpirsyar in, dayikên wan jî wê li gor kiryarên xwe, li dadgehan cezayên xwe werbigrin.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, proseya vegeradina van jin û zarokan bi piştgiriya lojîstîkî ya artêşa Amerîka pêk hatiye.
Herwiha di çarçoveya wê proseyê de, Denmarkê jî 3 jin û 14 zarok ji malbatên terorîstên DAIŞê vegerandin welatê xwe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin