Amerîka hin dorpêçên din danî ser Îranê

Amerîka hin dorpêçên din danî ser Îranê

PeyamaKurd- Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê biryar da ku dorpêçan deyne ser Rêyên Hewayî  ya Mahanê, grûbên Îranî û hinek rêxistinan. Di nava wan de Yekîneya Parêzvanên Şorişa Îranê jî heye.

Di beyana wezareta Amerîka de hat gotin ku Şîrketa Mahan ya Rêyên Hewayî ya Îranê di şandina mîlîs û çekan de, roleka wê ya giran heye. Hem temsîlkarekî Ermen ku xizmetê bo Mahanê dike, navê wî jî ket nava lîsteya dorpêçê. Ji bilî wî, bi sedema ku destekê dide terorê, 20 rêxistinên ku koka wan Îrane, ketine nav lîsta dorpêçê. Dorpêç bo Tûgaya Fatîmîyûnan ku ji Afxanan pêkhatiye û li Sûriyê destekê didin Beşer Esed, Tûgaya Zeynebîyûn ku ji mîlîsan pêk tê, hatiye danîn.

Di beyanê de cî daye axaftina wezîrê xezînê yê Amerîkayê Steven Mnuchin ku weha gotiye:

“Rejîma Îranê ya bê wijdan, multeciyên li Îranê îstîsmar dike, nahêle xizmeta perwerdê û tenduristiyê bigihê wan û bo şerê li Sûriyê, wan weka mertalên zindî bikartîne. Wezareta me, bo rê li ber van îxracên terorî  bigre, mîlîsên bi desteka Îranê û wekîlên biyanî xistiye hedefa xwe. Em dixwazin rêya ku ne qanûniye li ber wan bigrin. Van dorpêçên me perçeyek ji wan e.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin