Erdogan êrîsa Minbicê sîrove kir: Dibe ku tê wateya…

Erdogan êrîsa Minbicê sîrove kir: Dibe ku tê wateya…

PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan piştî êrîşa doh 16ê Çileyê ya li Minbicê ku 4 jê leşkerên Amerîkî 16 kesan tê de can da û DAIŞê li xwe girt, daxuyanî dan.

Erdogan di civîna ligel Serokomara Kirwatyayê Kolinda Grabar de derbarê teqîna Minbicê de got, ‘Dibe ku tê wateya bandorlêkirina li ser biryara vekişîna Amerîkayê. Em ê DAIŞê ji wan erdan paqij bikin. Em ê hevdem rêxistinên din ên terorê jî tune bikin. Em neçar in aramiya gel dabîn bikin. Herêma ewle ya 20 mîlan li ber me ye. Em ê van xebatên xwe bi biryardarî berdewam bikin.”

Erdogan daxwazkariya Tirkiyê ya beşdarbûna nav ‘Herêma Ewle’ ya Serokê Amerîkayê Donald Trump behsa wê kiribû dubare kir û got, em amade ne DAIŞ di serî de bi hemû rêxistinên terorî re şer bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin