PeyamaKurd – Hat ragihandin ku artêşa Tirkiyê bi topên obûsan bajaroka Eyn Îsa ya Kobaniyê li Rojavayê Kurdistanê topbaran dike.
Çavkaniyên herêmê radigihînin ku topbaranê di demjimêrên nîvro de dest pê kiriye û gundê Cehbê yê girêdayî navçeya Eyn Îsa bi obusan tê topbarankirin.
Li gorî zanyariyan artêşa Tirkiyê ji gundê Şergirakê ve gundê Cehbê topbaran dike ku ev jî ligel rêkeftinên Soçî û yên bi Amerîkayê re dikevin xeta sor a êrîşên ser Kobaniyê.
Piştî vekişîna leşkerên Amerîkî li Eyn Îsayê hêzên Rûsî û rejîma Sûriyê hatibûn bicihkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin