PeyamaKurd – Mala Azadiyê Freedom House a navenda wê li Amerîka ye, rapora xwe ya azadiyê li cîhanê eşkere kir. Li gorî raporê Tirkiye di nav 195 welatan de, di rêza 146an de ye.
Freedom House ku li ser babetên demokrasî, azadî û mafê mirovan de lêkolînan dike, rapora xwe ya sala 2020an weşand.
Di rapora Freedom House de Tirkiye, di nav welatên “ne azad” de cih digire ku di ser 100 puanî de Tirkiyê 32 pûan bidest xistiye û di nav 195 welatan de ketiye rêza 146an di warê azadiyê de.
Li gorî raporê piştî welatê Malî yê Afrîkayê, Tirkiye ew welat e ku di azadiyan de herî zêde bi paş ve çûye.
Di raporê de herwiha behsa fişar û zextên li Tirkiyê pêk tên tê kirin û tê gotin, îşkence û mameleya xirab li siyasetmedarên muxalîf tê kirin û kurd jî bi tohmetên “terorê” têne tawanbarkirin.
Herwiha di raporê de astengkirin û girtinên malper û rojnameyan û tayînkirina qeyûman bi ser şaredariyên HDPê de hatine bibîrxistin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin