Derbarê doktorê Maradona de lêpirsîn hat destpêkirin

Derbarê doktorê Maradona de lêpirsîn hat destpêkirin

PeyamaKurd – Dozgerên Arjantînê ji bo lêkolînkirina ser mirina futbolîzê navdar Diego Armando Maradona bi hinceta ‘îhmalkarî hatiye kirin’ lêpirsîn dan destpêkirin.

Piştî biryara dozgeriyê li mala doktorê Maradona Dr. Luque ku dema koça dawî kir li ber serê wî bû, lêgerîn li mala wî hat kirin û dest danîn ser komputer û telefona wî.

Dozger guman dikin ku piştî neştergeriya mêjî ya Maradona bi awayekî bê usul li mal tedawiya wî hatiye kirin.

Doktorê Maradona îdiayên îhmalkariyê yên dozgeriyê red kirin û got, ji hezkirin û alîkariya wî pê de wî tiştekî din nekiriye û diyar kir, “Ji ber ku ew hevalê min bû ez li cem wî bûm.”

Efsaneyê futbolê Maradona, 25ê Mijdarê piştî mehek ser neştergeriya wî ya mêjî re derbas bû bi sekta dil jiyana xwe ji dest dabû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin