Pistî redkirina Brexitê hikûmet li ber hilwesînê ye

Pistî redkirina Brexitê hikûmet li ber hilwesînê ye

PeyamaKurd - Plana cudabûna Brîtanyayê ya Brexitê ji Yekîtiya Ewropayê (YE) ku ji aliyê Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May ve bi raydarên YEyê re hatibû îmzekirin, ji aliyê parlamentoyê ve hat redkirin.

Parlamena Brîtanyayê li beramber 202 dengên erê, bi 432 dengên na Brexit red kir.

Serokê Partiya Opozisyona Brîtanyayê Labour Jeremy Corbyn piştî dengdanê daxuyakirin, piştî vê encamê ya herî baş hilbijartina giştî ya parlamentoya Brîtanyayê ye.

Corbyn daxwaza dengdana bêbaweriyê li hikûmeta Theresa May kir ku îhtimal heye hikûmeta Brîtanyayê ji ber vê biryarê were hilweşandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin