Ji Çavusoglu twîta hevdîtina bi ENKSê re…

Ji Çavusoglu twîta hevdîtina bi ENKSê re…

PeyamaKurd - Şanda Encûmena Niştimanîya Kurd li Sûriyê (ENKS) li Enqerê bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re civiya.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlud Çavuşoglu li ser twitterê belav kir ku ew ba şandeke ENKSê re ya ku nûnera rewa ya gelê Kurd e li Sûriyê re civiya.

Çavuşoglu di twîta xwe de dibêje; “Me bi heyeta nûnera rewa ya Kurdên Sûriyê Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê re hevdîtin kir. Me ji bo hevbûna wan a nav Hevpeymaniya Opozîsyona Netewî ya Sûriyê û rola wan a siyasî piştgiriya xwe diyar kir. Me piştrast kir ku herî zêde PKK/YPGê zirar daye Kurdan.”

Hat zanîn ku şanda ENKSê ya bi Çavuşoglu re civiya, ji endamên desteya Serokatiyê Mihemed Îsmaîl, Nimet Dawûd, Feysel Yûsif, Silêman Oso û Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve Kamîran Haco pêk dihat.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin