Muftiyê Misirê: Mizgeftbûna Ayasofya nayê qebûlkirin

Muftiyê Misirê: Mizgeftbûna Ayasofya nayê qebûlkirin

PeyamaKurd – Muftiyê Misirê Şewkî Allam li ser biryara Tirkiyê ya ku biryar daye Ayasofyayê bike mizgeft da xuyakirin ku ev yek nayê qebûlkirin.

Muftiyê Misirê Allam ji televizyona Misirê Sada el-Balad re derbarê mijarê de axivî û got:

"Divê kilîse wekî xwe bimînin û bên prastin û nebin mizgeft. Di heman demê de divê mizgeft jî nebin kilîse. Di dîroka Misirê de tiştekî wiha qet nebûye. Pêwîste nimuneyên bêmînak ên olên cuda werin parastin. Ola me ji me re dibêje, kilîseyan biparêzin. Ne qedexeye ku bi pereyên misilmanan kilîse bo xirîstiyan bên avakirin.”

Allam, diyar kir ku cihên îbadetê ji bo baweriyan taybet in û ji ber vê jî ya girîng rêzgirtin û parastina wan e.

Muftiyê Misirê herwiha heyama Firewnan li Misirê bi bîr xist û got ku ti kes nayîne bîra xwe ku peykerê Sfenks yan jî perestgeheke wan heyaman tune bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin