Îdiaya wek bombeyê! Amerîka û Rûsya bi dizî 'ew mijar' nîqas kirin!

Îdiaya wek bombeyê! Amerîka û Rûsya bi dizî 'ew mijar' nîqas kirin!

PeyamaKurd Komek ji karbidestên payebilind ên Amerîkî û Rûsî tê îdiakirin ku bi dizî li hev civiyan da ku zemînek ji bo danûstandinên potansiyel ên li ser Şerê Ukrayna-Rûsyayê deynin.

Di nûçeya kanala NBC News a Amerîkî de ku li ser zarê çavkaniyên xwestine navê xwe eşkere bikin, hate gotin ku komek berpirsên payebilind ên berê yên ewlekariya netewî yên Amerîkî li New Yorkê bi navên nêzîkî Kremlînê li hev civiyan "ji bo bidawîkirina şerê navbera Ukrayna û Rûsyayê û ji bo muzakereyên potansiyel zemînê amade bikin."

Di hevdîtina ku tê gotin ku di meha Nîsanê de hatiye lidarxistin de, Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li New Yorkê çend saetan bi endamên tîma Amerîkayê re, Serokê berê yê Konseya Têkiliyên Derve ya Amerîkayê (CFR) Richard Hasss re hevdîtin pêk aniye. Rayedarên berê yên Qesra Spî û Wezareta Karên Derve Charles Kupchan û hat îdiakirin Pisporê Rûsyayê Thomas Graham jî di hevdîtinê de amade bûye.

Di nav armancan de hat balkişandin ku bi Rûsyayê re "rêyên ragihandinê heta ku mimkun be vekirî bimînin."

Hat destnîşankirin, kesên beşdarî hevdîtina bi Lavrov re bûn paşê derbarê tiştên qewimîn de agahî dan Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Spî û bi agahiya rêveberiya Serokê Amerîkayê Joe Biden hevdîtin pêk hatin.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin