The Guardian: Tirkiye nasnameyê dide çekdarên ku disîne Lîbyayê

The Guardian: Tirkiye nasnameyê dide çekdarên ku disîne Lîbyayê

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku bi sedan çekdarên Sûriyeyî di ser Tirkiyê re çûne Lîbyayê. Li gor rojnameya The ‎Guardian a Brîtanî, ew çekdar mehane ji hikûmeta Trablusê 2 hezar dolar werdigirin û Tirkiyê jî soz daye ‎ku nasnameya Tirkî bide wan.‎

Berî niha jî hatibû ragihandin ku hinek çekdarên girêdayî Tirkiyê yên li dijî hikûmeta Sûriyê şer dikin, di ‎ser Tirkiyê re bo Lîbyayê hatine şandin.

Rojnameya The Guardian a Brîtanî nivîsiye ku biryar hatiye ‎dayîn 2 hezar çekdar bo Lîbyayê bên şandin, hinek ji wan gehiştine Lîbyayê û beşek ji wan jî li kampên li ‎Tirkiyê perwerdeya leşkerî werdigirin.‎

Zanyariyên rojnameyê ku ji çavkaniyên Tirkiye, Sûriye û Lîbyayê wergirtine wiha ne:‎

  • ‎Destpêkê ji Artêşa Millî ya Sûriyê (navê berê Artêşa Azad a Sûriyê) 300 kes, 24ê Kanûnê bi rêya ‎Kilîsê ji Sûriyê derketin. 29ê Kanûnê jî 350 kesên din Sûriye bicîh hiştin.‎
  • ‎Ev çekdar bi firokeyan bo Trablusê hatin veguhestin û li rojhilatê bajêr, li eniya pêş hatin ‎bicihkirin ku di armanca General Xelîfe Hefter de ye.‎
  • ‎Roja 5ê Çile 1350 çekdarên din derbasî Tirkiyê bûn. Li gor The Guardianê, hinek ji wan çekdaran ‎bo Lîbyayê hatine şandin û hinek ji wan jî heta niha li kampên li başûrê Tirkiyê perwerdeya ‎leşkerî dibînin.‎
  • ‎Li gor îdîayê, herî zêde çekdarên Cephet Şamiye dixwazin biçin Lîbyayê.‎
  • ‎Çavkaniyeke rojnameya The Guardianê dibêje, tê plankirin ku çekdarên ji Sûriyê diçin Lîbyayê ‎tevlî lîwayên Umer El-Muxtar bibin.‎
  • Li gor îdîayê, wan çekdaran rasterast ligel hikûmeta Wîfaqa Niştimanî ya Trablusê girebesteke 6 ‎mehî îmze kirine. Herwiha çavkaniyên Artêşa Millî ya Sûriyê ji rojnameyê re gotine ku çekdarên ‎çûne Lîbyayê dê mehane 2 hezar dolar werbigirin, ku li Sûriyê 450-550 lîreyên Tirkî werdigirtin.‎
  • ‎Îdîayeke din a rojnameyê jî ew e ku çekdarên qebûl kirine ji Sûriyê biçin Lîbyayê, Tirkiyê ‎nasnameya Tirkî daye hemûyan.‎
  • ‎Çekdarên ku ji rojnameyê re axifî ne dibêjin, mesrefa nexweşxaneyê ya çekdarên birîndar ‎Tirkiyê li xwe girtiye û herwiha şandina termên çekdarên ku li Lîbyayê bên kuştin jî di ‎berpirsyariya Tirkiyê de ye.‎

Li Lîbyayê 2 hikûmet hene

Li Lîbyayê 2 hikûmet hene, yek li Terablusê ye, ku Netewên Yekbûyî (NY) û piraniya civaka navdewletî wê hikûmetê wek hikûmeta yasayî û rewa ya Lîbyayê nas dikin û Îxwan Muslimîn, Qeter û Tirkiye piştgiriya wê dikin, ya din jî li bajarê Benxazî ye ku General Xelîfe Hefter serokatiya wê dike û welatên wek Misir, Îmarat, Rûsya û Frensa piştgiriya wê dikin.

Ji %80 axa Lîbyayê di bin kontrola Hikûmeta li Benxazî ya bi serokatiya Xelîfe Hefter de ye. 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin