PeyamaKurd - Li Rojavayê Kurdistanê û herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de, di 24 saetên borî de 32 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin û kesekî jî jiyana xwe ji dest da.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand, li herêmên wan kesekî ji ber vîrûsa Koronayê wefat kiriye 32 kesên din jî pê ketine.
Dr. Ciwan Mistefa diyar kir, ji 32 haletên nû yên pêketina vîrûsa koronayê; 1 kes li Hesekê, 6 kes li Qamişlo, 3 kes li Dêrikê, 1 kes li Til Temirê, 2 kes li Girkê Legê, 2 kes li Kobaniyê, 6 kes li Tebqayê, 4 kes li Reqayê, 1 kes li Dêrazorê, 2 kes li Minbicê û 4 kes li Şehbayê ne.
Herwiha hat eşkerekirin ku kesek jî ji nexweşiya koronayê baş bûye.
Bi van amarên dawî re li Rojavayê Kurdistanê hejmara kesên bi vîrûsa koronayê ketine gihîşt 8099 kesan, ya mirinan bû 275 kes û heta niha 1149 kes jî baş bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin