PeyamaKurd – Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, vê sibehê bi tohmeta propagandaya PKK/KCK polîsan girtin ser malan û bi dehan kes desteser kirin.
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, bi fermana dozgeriyan li hin bajaran polîsan girtin ser malan û gelek kes desteser kirin. Herwiha polîsan di serdegirtina malan de kelûpelên welatiyan jî serûbin kirin.
Şirnex
Li navçeya Hezex a Şirnexê, polîsan rêvebirê HDPê yê berê Husnu Babat desteser kirin. Babat ê ku sedema desteserkirina wî nehat zanîn, ew birin Midiûriyeta Polîsan a Hezexê.
Wan
Polîsan do bi şev girtin ser avahiya Rêxistina HDPê ya Bajêr a Wanê. Li Meclîsa Ciwanan a HDPê ye lêgerîn pêk anîn. Dest danîn ser hardîsk û hin pirtûkan. Polîsan li ser depê li odeyê jî nîşeya "Selamileleykim, o em hatin" nivîsandin.
Herwiha vê serê sibeha, polîsan girtin ser gelek malan. Di serdegirtinan de Denîz Adar Eldemîr, Dilaver Eldemîr, Ferhat Azan û Arjîn Tuncer hatin desteserkirin. Di çarçoveya heman lêpirsînê de Ferhat Eldemîr jî li Xarpêtê hat desteserkirin.
Diyarbekir
Li Diyarbekirê di serdegirtinên malan de, endamê Rêveberiya Odeya Avahîsazan a Şaxa Amedê Azîz Yagmûr û kesê bi navê Mehmet Yalçin hatin desteserkirin.
Polîsan deriyê mala Azîz Yagmûr şikandin û ketin hundir. Polîsan 4 kesên li malê bi ser dev dirêjkirin û sîleh xistin serê wan. Polîsan bi qûndaxa sîlehê li Umît Akbiyik dan. Her wiha polîsan pê li pişta Çeko Mîmkara û birayên Azîz Yagmûr, Mehmet û Fûrkan Yagmûr kirin û li wan dan. Polîsan heqaret û tehdît kirin. Hemû kelûpelên malê serûbin kirin û dest danîn ser telefon û pirtûkan.
Akbiyik û Mîmkara ji bo rapora lêdanê werbigirin çûn nexweşxaneyê. Hêceta binçavkirinê nehat zanîn û wan birin Miduriyeta Polîsan a Diyarbekirê.
Tê gotin dibe ku hejmara binçavkiriyên li Diyarbekirê zêde bibin.
Sêrt
Li Sêrtê jî polîsan Endama Meclîsa Giştî ya Bajêr Cemîle Altan desteser kirin û birin Miduriyeta Polîsan a Sêrtê.
Êlih
Li Êlihê jî polîsan girtin ser gelek malan. Tê gotin derbarê 15 kesan de biryara desteserkirinê heye û 14 kes bi îdiaya bûyerên 6-7-8ê Cotmehê yên Kobanî hatine desteserkirin.
Îzmîr
Li Îzmîrê jî polîsan di serdegirtinan de, Zerga Ozturk, Fadîme Kocakaya, Zûhal Çelebî, Hediye Tekîn û Mutaber Akgul bi îdiaya "endamtiya rêxistinê û propaganda rêxistinê" desteser kirin. Herwiha hat zanîn ku biryara qedexeya hevdîtinê ya 24 saetan danîne ser wan.
Enqere
Li Enqereyê jî Serdozgeriya Komarê derbarê gelek kesan de biryara binçavkirinê derxist. Di serdegirtina malan de, Endama Meclîsa HDPê ya berê Erol Çîftçî, endamê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Tûnahan Gozlugol, endamên Meclîsa Ciwanan a HDPê Newroz Gulen, Mesût Çîftçî, Ezgî Orak û Mahmût Altan ê 73 salî yê ku nexweş e hatin desteserkirin. Hat gotin ku bi hinceta "propaganda rêxistinê kirine" hatine desteserkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin