PeyamaKurd - Wezîrê Darayî û Aborî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di fermaneke wezarî de biryar da, her kelûpel û alaveke ku ji deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê ve bo welatên cîran têne veguhastin, baca gumrikê li ser wan bê sepandin.
‘JI BO BERJEWENDIYA GIŞTÎ Û PÊŞDEBIRINA TEVGERA BAZIRGAIYÊ LI KURDISTANÊ EV BIRYAR HAT DAYÎN’
Bi îmzeya Wezîrê Darayî û Aborî yê Herêma Kurdistanê, Awat Cenab Nûrî ev ferman hatiye derxistin û amaje bi wê yekê jî hatiye kirin ku ji bo berjewendiya giştî û pêşdebirina tevgera bazirganiyê li Herêma Kurdistanê wan biryar daye ku bacê deynin ser tevahiya wan kelûpelên ku bi riya Herêma Kurdistanê bi awayekî tranzît têne derbaskirin.
Wezîrê Darayî û Aborî yê Herêma Kurdistanê di derbarê vê biryarê de ji medya kurdî re ragihand, ku ev biryar ji bo xurtkirina tevgera bazirganî û li dijî monoplkirina bazaran hatiye dayîn û ji roja ku ew biryar hatiye dayîn, dê bê bicîhkirin.
Awat Şêx Cenab diyar kir, li gor mekanîzmeke guncaw, rêjeya yek li ser pêncê pênaseya gumrikî li wan kelûpelan tê sepandin.
Çend roj berî niha, Serokê Fraksyona Goranê li Parlamentoya Kurdistanê, Elî Heme Salih ji Rûdawê re gotibû, bi navê tranzîta ji welatên din ve li hin deriyên sînorî û xalên gumrikî yên Kurdistanê, kelûpel û alav hawirdeyî Herêma Kurdistanê tê kirin û tekez kiribû, bac li wan kelûpelan nayê wergirtin û daxwaza lidûvçûn û lêpirsînê kiribû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin