PeyamaKurd - Rawengeha Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) navenda wê li Londonê ye, ragihand ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ku pêşengiya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê dike, şeva borî karwaneke leşkerî ya ji 150 barhilgiran pêk dihat, ji ser Herêma Kurdistanê ve gihand destê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD/QSD).
Li gor SOHRê di wê karwana leşkerî de, otombîlên leşkerî, zirpoş, kelûpelên leşkerî û lojistîk hebûn û ew ji ser Herêma Kurdistanê ve gihandin bajarê Kobanê û Rojhilatê Firatê.
SOHRê da zanîn ku piştî biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a vekişandina hêzên welatê xwe ji Sûriyê, ev bû cara sêyem ku Amerîka alîkariyên leşkerî derbasî herêmên jêr destê HSDê li rojhilatê çemê Firatê dike.
Li gorî SOHRê 20 Kanûna 2018an 150 barhilgirên leşkerî gihîştibûn navçeya rojhilatê Dêrazorê û 29ê Kanûnê jî Amerîkiyan 200 barhilgirên ji çek û alavên leşkerî pêk dihatin derbasî Reqa, Minbic û Eyn Îsa kiribûn û li baregehên Hevpeymaniya Navdewletî hatibûn bicihkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin