Nêçîrvan Barzanî spasiya kabîneya berê kir û pistevanî da Mesrûr Barzanî

Nêçîrvan Barzanî spasiya kabîneya berê kir û pistevanî da Mesrûr Barzanî

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel wezîrên kabîneya Heştem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê civîya ku serokwezîrtiya wê kabîneyê kiribû.

Nêçîrvan Barzanî wêneyê kabîneya Heştem gotarek pêşkeş kir û spasiya wan kir ku di demeke dijwar de xizmeta gel û welat kirine. 

Nêçîrvan Barzanî, tekez kir li ser piştîvanîya xwe bi temamî bo Mesrûr Barzanî raspartîyê pêkanîna Kabîneya nehem a hikumeta Herêma Kurdistanê û got: "Ez bawerim ku Mesrûr Barzanî dikare vê erka dijwar bi başî birêve bibe."

Herwiha li ser peywendiyên Herêmê û Bexdayê Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir: "Em çaverêyî peywendîyeke baştirin di navbera Hewlêr û Bexdayê de û peywendîyên me ligel Bexdayê ber bi qonaxeke nû diçin."

 Barzanî diyar kir ku Hewlêr dixwaze hemû pirsgirêkan ligel Bexdayê bi rêya destûra Iraqê ligel Bexdayê çareser bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin