PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian piştî hevdîtinên xwe yên li bexdayê temam kir giha Hewlêrê. Wezîr Jean-Yves Le Drian vê êvarê giha Hewlêrê û li balafirxaneya Hewlêrê ji aliyê cîgirê serokwezîrê herêma Kurdistanê Qubad Talabanî, serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî û rêvebirê têkiliyên derve yê Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî de hat pêşwazîkirin.
Le Drian wê bi serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan barzanî û bi serokwezîr Mesrûr Barzanî re bicive.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin