Tirkiyê dest bi dersînorkirina çekdarên DAISî dike

Tirkiyê dest bi dersînorkirina çekdarên DAISî dike

PeyamaKurd -  Hikûmeta Tirkiyê dest bi dersînorkiein çekdarên DAIŞê yên biyanî dike û îro çekdarekî DAIŞî yê Amerîkî  kir û roja 14ê mehê jî 7 çekdarên DAIŞî yên Almanî dersînor dike.

Roja Înê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihandibû, ku ew dê roja Duşemê (11.11.2019) dest bi vegerandina çekdarên DAIŞê yên biyanî bikin û ew dê wan çekdar û endamên rêxistina terorîst a DAIŞê bişînin wan welatên ku jê hatine.

Di ve çarçoveyê de, îro hikûmeta dewleta Tirkiyê wan çekdarên biyanî yên DAIŞê radestî welatên wan bike.

Ji aliyêe din ve heya niha di derbarê vê proseyê de ti welatekê helwesteke erênî yan jî neyînî nîşanî Tirkiyê nedaye. 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin