PeyamaKurd – Di navbera Tirkiyê û rêvebiriya nû ya Amerîkayê de cara yekê pêwendî hat danîn. Ev pêwendî di navbera berdevkê serokkomariya Tirkiyê İbrahim Kalın û şêwirmendê netewî yê Amerîkayê Jake Sullivan de çêbû û li dora yek sietekî ajot. Di axaftinê de li ser têkiliyên navbera Tirkiyê-Amerîkayê, Lîbya, Sûriye, Rojhilatê Derya Sipî, Kibris, Afganistan, Qerebax, Kovid-19 û kêşûhewa seranserê dinyayê rawestiyan.
Her du kes bo dahatûyê lihevkirin ku di her mijarê de di nava têkiliyan de bin. Di axaftinê de li ser çareseriya mijarên Sûriyê û Lîbyayê axifîn. Mijara Idlibê, mijara Tirkiyê û Yûnanistanê, mijara S-400 an, F-35 û PYD-YPG ê mijarên din bûn ku li serê axifîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin