SOHR: Ji ber ku Tirkiye measên wan nade çekdar dixwazin ji Libya vegerin

SOHR: Ji ber ku Tirkiye measên wan nade çekdar dixwazin ji Libya vegerin

PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku hejmara kuştiyên çekdarên Sûriyeyê yên ser bi Tirkiyeve li Libyayê gihîştiye 165 çekdaran.

Li gorî SOHRê çekdarên hatine kuştin, ji grûbên Yekineya El Mutesim, Yekineya Sultan Murad, Yekineya Suqur el Şamal, Yekineya El Hamza û Yekineya Şah Suleyman in.

SOHRê bi zarê çavkaniyên xwe diyar kir ku çekdar gelek gazinan ji Tirkiyê dikin û dixwazin vegerin Sûriye.

Çekdarên opozisyona Sûriyê dibêjin, Tirkiye soz dabû wan ku 2 hezar dolar mûçe bide wan, lê tenê ji dema hatine Libyayê ve mehek mûçe bo wan hatiye dayîn û ew jî ji ber negirtina sozên Tirkiyê dixwazin vegerin.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin