Amerîka bo Îranê deropêçê firehtir dike

Amerîka bo Îranê deropêçê firehtir dike

PeyamaKurd- Rêvebiriya Amerîkayê bi sedema ku alîkariya Îranê di xebata nukleerî de kirine û destekê dane Îranê, navên 31 kes û dezgeyan xiste nava lîsteya dorpêçan. Di vê mijarê de ragihandin ji aliyê cîgirê berdevkê wezareta karên derve, ji aliyê Robert Palladino de, bi awayeka nivîskî hat kirin.

Palladino got ku kesên an dezgeyên navên wan li lîsteyê zede kirine, têkiliyên wan bi rêxistina Îranê ya bi navê Rêxistina Lêkolînê û Înovasyonê ya Parastina Îranê re hene.

Palladino qebûl nekir ku bersiva pirsen di derbarê arşîva nukleerî ya Îranê de, agahiyên ku di destê wan de hene, bibersivîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin