Li Kabîlê Talîban û DEAS ê ser kirin

Li Kabîlê Talîban û DEAS ê ser kirin

PeyamaKurd – Li Afxanistanê li payîtext Kabîlê li devera Karte Sahiyê di navbera Talîbanê û DEAŞ/H ê de piştî nîvro şer destpêkir û heya ber destê êvarê dewam kir. Berdevkê Talîbanê Zabîhûllah Mucahîd di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihand ku operasyon kirine ser hucrekî DEAŞ ê, 4 ji wan kuştine û yek ji wan jî xistine dest.

Berdevk Mucahîd got ku li deverê xelkê Şî’a hene û ji bo bîranînên meha Muharremê dê bicivin û ji bo êrîşê Şî’ayan bikin, DEAŞ ê plan çêkirine û ji ber wê jî operasyon kirine ser wan. Di encamê de gelek sîlih û muhîmmatên wan xistine dest.

Piştî desthilata Talîbanê li Afxanistanê gelek caran DEAŞ êrîşan dibe ser Talîbanê û Şî’ayan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin