Mesrûr Barzanî û Plasschaert çawaniya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê gotûbêj kirin

Mesrûr Barzanî û Plasschaert çawaniya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê gotûbêj kirin

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, îro 2yê Nîsanê li paytext Hewlêrê pêşwazî li Nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) li Iraqê Jeanine Plasschaert kir.

Mesrûr Barzanî û Jeanine Plasschaert di hevdîtinê de, tekezî li ser girîngiya rola civaka navdewletî di çavdêrîkirina proseya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tevî ku piştevaniya xwe ji bo hilbijartinan nîşan da bal kişand ser ku  pêwîst e hilbijartin di rewşeke asayî û yasayî de û dûrî binpêkirinên destûrî, destêwerdan û dizaynkirina pêşwext were kirin û rêz li qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê û mafên pêkhateyên neteweyî û olî yên Kurdistanê bê girtin.

Serokwezîr Barzanî rola civaka navdewletî di çavdêriya proseya hilbijartinan ji bo bi awayekî pak û dadperwerane birêve biçe anî ziman.

Di hevdîtinê de her du alî hevnêrîn bûn li ser nehîştina kêşe û astengiyên li pêşiya hilbijartinan û gihîştina aliyan bi çareseriyekê ji bo parastina proseya demokratîk û aramiya Herêma Kurdistanê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin