ICR: Di nava hefteyekê de li herêmên Rêveberiya Xweser dê rews xetertir bibe

ICR: Di nava hefteyekê de li herêmên Rêveberiya Xweser dê rews xetertir bibe

PeyamaKurd – Komîteya Rizgarkirinê ya Navneteweyî (ICR) ji bo alavên testên vîrusa Koronayê hişyarî da û diyar kir, wê di nava hefteyekê de li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê alavên Koronayê biqedin û dê rewş xetertir bibe.

Komîteya Rizgarkirinê ya Navneteweyî (ICR) bi daxuyaniyekê hişyariya bidawîkirina alavên testên vîrusa Koronayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da û eşkere kir, ev yek jî wê rewşeke xetertir bi xwere bîne.

Komîteyê da zanîn, Hikumeta Şamê hefteya borî beşa yekemîn a derziyên li dijî vîrusa Koronayê ku ji 203 hezar derziyan pêk tê, wergirt.

Hêjeye bi bîrxistinê ye, beşek jê ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye veqetandin, lê heta niha tiştek wernegirtiye.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin