PeyamaKurd – Balyozê Amerîkayê yê Iraqê Matthew Tueller û Mîrê Êzidiyan ji bo di çend mijarên taybet de biaxifin, li Hewlêrê civiyan. Tueller ragihand ku Washington piştevaniya Êzîdiyan dike û wê desteka xwe her dewam bikin.
Konsulxaneya Amerîkayê ya Hewlêrê di ser hesabê xwe yê medya civakî Facebookê de belav kir ku balyozê Amerîka li Iraqê Matthew Tueller li gel Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Beg û serkirdeyê rûhanî yê Êzidiyan Baba Şêx Elî Ilyas civiyaye.
Her dû alî li ser pirsgirêkên civaka Êzîdiyan axifîn û hinek mijarên taybet rû bi rû guftûgo kirin.
Konsulxaneya Amerîka ragihand ku Amerîka piştevaniya civaka Êzîdî û temamê pêkhateyên olî û etnîkî yên li Herêma Kurdistanê û Iraqê destek dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin