PeyamaKurd – Beriya kongreya 15ê Cotmehê ya Partiya Çepên Kesk, Berdevka berê ya HDPê Ebru Gunay li navenda HDPê daxuyanî da û got, ew li ser navê komîsyona amadekar a kongreya YSPê diaxive.
Gunay got ku piştî nîqaşên hatine kirin û biryarên konferanê wê bernameya partiyê bê guhertin, navê partiyê û rêveberiya partiyê jî bi giştî di kongreya 15ê Cotmehê de bê guhertin.
Herwiha Gunay diyar kir ku ew kongreyê ji bo wekî destpêk dinirxînin û wê bi kongreyê re jî mekanîzmayên ku beşdariya zêdetir a gel di siyasetê de pêk tînin, bên damezrandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin