Îran red dike ku plana kustina Trump dikin

Îran red dike ku plana kustina Trump dikin

PeyamaKurd – Nûnertiya Îranê ya li Neteweyên Yekgirtî ragihand ku derewe Îran plana kuştina Trump kiriye an dike, agahiya îstîxbaratî ya ku Amerîkayê sitendiye bê esle û bi niyeta xerab van gotinan dibêjin.

Di daxwuyaniya xwe nûnertî ji bo AAyê gotiye ku li gor Îranê; Trump kesekî sûcdare ku fermana kuştina general Qasim Suleymanî daye.

Di daxwuyaniyê de Îranê gotiye ku divê Trump di dadgehan de bê darizandin û cezakirin û weha dewam dike:

“Îran, ji bo edalet were cîh, rêya qanûnî an ku rewa ji xwe re bijartiye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin