PeyamaKurd - Serokwerîê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser wefata hunermendê navdar ê Kurd Mihemed Ehmed Erbîlî peyameke serxweşiyê belav kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: ‘’Ji ber koça dawî ya hunermendê navdar ê Kurdistanê Mihemed Ehmed Erbîlî serxweşiyê li malbata wî ya birêz û hunermendên Kurdistanê dikim.’’
Mesrûr Barzanî diyar kir, ‘’Mamosta Mihemed Erbîlî hunermendekî diyar û dengekî resen û dahênerê Hewlêr û Kurdistanê bû. Xwedayê mezin ruhê wî bi beheştê şad bike û sebr û aramiyê bide me hemûyan.’’
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin