PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarekî Rusyayê ve li ser hegera hevdîtina Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin û Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, daxuyanî hat dayîn. Bi rêya daxuyaniyê hat ragihandin ku dê di navbera herdu rêberan de hevdîtineke rasterat, çênebe.
Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Daîmî yê Rusyayê Gennadiy Gatilov, di roportaja xwe ya rojnameya Îngilîz a Financial Timesê de bal kişand ser hegera hevdîtina Putin û Zelenskiy. Gatilov da zanîn ku Putin dê rasterast bi Zelenskiy re hevdîtinek neke.
Gennadiy Gatilov da zanîn ku pêvajoya pevçûnan çiqas dirêj bibe, dê bidestxistina çareseriyên dîplomasiyê jî ewqas zehmet bibe. Gatilov, di axaftina xwe de bal kişand ser rol û misyona rayedarên Neteweyên Yekbûyî (NY) û bang kir ku ji bo vê qeyrana Ukraynayê, ew bi erka xwe rabin û roleke çalak bilîzin.
Nûnerê NYê yê Rusyayê bal kişand ser zadê ji Ukraynayê hat derxistin û bal kişand ser peymanên li ser derxistina zad û belavkirina li cîhanê. Gatilov bi berdewamî got, mînaka yekane ya NYê ew bû ku di lihevkirina wan peymanan de rola xwe lîst û divê ew ji vê zêdetir hewil bidin û rolên zêdetir bilîzin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin