PeyamaKurd- Ji aliyê PKKê ve hat ragihandin ku wan “pêvajoya bêçalakîtiyê” ya ku piştî erdhejên 6ê Sibatê yên navenda wê Mereş bû ragihandibû, ji ber êrîşên Tirkiyeyê bi dawî kir.
Di daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê de hat ragihandin ku ev zêdeyî 4 meh in li dijî Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) tu bergir nayên girtin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di vê pêvajoyê de jî TSK operasyon û êrîşên xwe berdewam dike û hat amajekirin ku ‘tecrîd û qedexeya dîtina Rêberê PKKê Abdullah Ocalan girantir bûye.’
Bal hat kişandin ser êrîşa ku endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê Huseyîn Arasan ê ji Mêrdînê jiyana xwe ji dest da û hat gotin ku “Ji ber van sedeman, me biryara xwe ya bêçalakîtiyê, ji îro û pê ve bi dawî kir.”
Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ku PKK jî di nav de ye, piştî erdhejên 6ê Sibatê; biryara "bêçalakîtiyê" dabû.
KCKê, ev biryara xwe ji ber hilbijartinên Parlamento û Serokomariyê yên 14 û 28ê Gulanê ku li Tirkiyeyê hatin kirin, dirêj kiribû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin