Bota koçberan hildigirt noqav bû û 22 kes mirin

Bota koçberan hildigirt noqav bû û 22 kes mirin

PeyamaKurd – Li herêma Egeyê li bajarê Çanakkaleyê li navça Eceabatê bota ku koçberan dibir welatên Ewrûpayê noqav bû û di encamê de 22 kes mirin ku 7 ji wan zarokin. Bota koçberan diçû Girava Semadirekê û bota koçberan ji lastîkê bû.

Hêzên ewlehiyê yên peravên deryayê çûn ciyê bûyerê û dîtin ku 2 kes bi derfetên xwe rizgar bûne û ew jî 2 kesên din rizgar kirin. Parêzgerê Çanakkale İlhami Aktaş ragihandiye ku bot derengê şevê noqav bûye agahiya wan serê siba sitendine.

Xebatên lêgerînê bi 500 xebatkar, 18 bot, 2 helîkopter û dronekî li herêmê têkirin. Heya niha kes nizane ku di botê de çend kes hebûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin