2 grûbên serhildêr ser kirin: 39 kustî

2 grûbên serhildêr ser kirin: 39 kustî

PeyamaKurd – Li Komara Demokratîk ya Kongoyê li eyaleta Ituriyê di navbera 2 grûbên serhildêr de şer derket û di encamê de 39 kes hatin kuştin. Li gor çapemeniya Kongoyê; li eyaleta Ituriyê li gundê Afoyorwotê grûba bi navê ‘Hevkariya Geşepêdana Kongoyê’ (CODECO) êrîşê bir ser gund. Li aliyê dinê grûba bi navê ‘Zaire’ bi çekan li çekdarên CODECO yê xist.

Di navbera her dû grûban de şer demekî zêde dewam kir. Di şer de ji endamên CODECO yê 25 kes, ji ya Zaire 11 kes û ji sîvîlan 3 kes jiyana xwe ji dest dan.

Rojhilatê Kongoyê ku bi dewletên Rûanda, Ûganda û Burundi re sînorê wê heye, herêm bûye meydana şerê li ser madenên weka zêr û kobaltê. Her grûbekî çekdar dixwaze kontrola xwe li ser herêmê deyne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin